Şam – SANA
Wezareta Derve û Koçberan a Komara Erebî ya Sûrîyê, ji bo qurbanîyên şewatên ku li gelek wîlayetên Cezayîrê rû dan, sersaxî û hevxemîya xwe ya jidil pêşkêşî hikûmet û gelê wê kirin.
Wezaretê di daxuyanîyekê de îro Înîyê, tekez kir ku Komara Erebî ya Sûrîyê piştgirîya xwe bi temametî ligel Cezayîrê beramberî vê bobelatê nîşan dide û li kêleka wê radiweste.
Rêveberîya Giştî ya Parastina Sivîl a Cezayîrê îro ragihandibû ku ji 174 agirên ku di 24 saetên borî de derketine, 110 agir hatine vemirandin, lê operasyonên vemirandina 64 agirên mayî yên li gelek wîlayetan, di nav de Cîcel, Sikêkeda, El-Tarif, Qalma, Ennabe û Bejaya berdewam in.
Wezîrê Navxwe, Civakên Xwecihî, û Veguhastinê yê Cezayîrê, El-Se`îd Se`yûd, mirina 12 kesan, pêr, ji ber agiran piştrast kiribû, ku ev qurbanî ji wîlayetên Cîcel, Bejaya û Tîzî Wezo bûn.