Şam-SANA
Wezareta Tenduristîyê ya Sûrîyê, 14 umrekarên Libnanî yên ku di encama wergerîna otobûsa wan de li ser rêya Şam-Derayê birîndar bûne, piştî arambûna rewşa wan a tenduristîyê û wergirtina guhdana pizîşkî û neştergerî ya pêwîst, li Nexweşxaneya Neteweyî ya Derayê û Nexweşxaneya Şamê (El-Muctehed), veguhestin xaka Libnanê da ku dermankirina xwe temam bikin.
Pêvajoya veguhastinê di rêya Sîstema Ambûlans û Hawarçûna Sûrîyê re hat cîbicîkirin, bi hevahengî û hevkarîya hevbeş ligel wezaretên Tenduristî û Hawarçûnê yên Libnanê, Rêveberîya Karesatan, Wezareta Navxweyî û Rêveberîya Dergehên Sînorî ya Sûrîyê, ligel Heyva Sor a Sûrîyê û Xaça Sor a Libnanê.
Wezaretê tekez kir ku nirxandina pizîşkî rê da ku ew bi silametî bên veguhestin, û da zanîn ku ev operasyon nîşana amadebûna sîstema hawarçûnê û asta bilind a hevahengîyê ya di navbera her du alîyên Sûrî û Libnanî de ye.