Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, îro Duşemê li Koşka Tişrînê ya li Şamê, şandeyeke Iraqî bi serokatîya hevtayê xwe yê Iraqî Fûad Hisên pêşwazî kir.
Di civînê de rêyên bihêzkirina têkilîyên dualî yên di navbera her du welatan de û pêşxistina hevkarîya hevbeş di warên cuda de bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên hevbeş ên her du gelên destebira bike, hatin gotûbêjkirin.
Her wiha tekezî li ser girîngîya berdewamîya hevahengî û şêwirînê hat kirin, bi rengekî ku beşdarî xurtkirina ewlehî û aramîya li herêmê bibe.