Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Ji Pedersen heta Guterres.. 5 Rawestgehên Girîng di Têkilîyên Sûrîyê û NY de
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Siyaset > Ji Pedersen heta Guterres.. 5 Rawestgehên Girîng di Têkilîyên Sûrîyê û NY de

Ji Pedersen heta Guterres.. 5 Rawestgehên Girîng di Têkilîyên Sûrîyê û NY de

Hat weşandin: 2026/07/24 2:07 PM
Hat nûkirin: 2026/07/24 2:07 PM

Şam-SANA

Serdana çaverêkirî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bo Şamê, di rêça têkilîyên navbera Sûrîye û NY de rawestgeheke dîyarker e.

Ev serdan encama zincîreke serdan û hevdîtinan e ku di qonaxa piştî rizgarkirinê de (8ê Kanûna Pêşîn a 2024an) pêk hatine û dosyayên nola veguhastina sîyasî, başbûna aborî, dadwerîya veguhêz û vegera penaberan li xwe digirin.

SANA balê dikişîne ser 5 rawestgehên herî girîng ku ev rêça dîplomatîk a pêşveçûyî xêz kirine:

Rawestgeha Yekem.. Pedersen û Fletcher, Kanûna Pêşîn 2024

Yekem rawestgeh çend rojan piştî rizgarkirinê dest pê kir, bi sardana Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûrîyê Geir Pedersen û Birîkarê Sekreterê Giştî ji bo Karûbarên Mirovî û Koordînatorê Lihawarçûnê di Rewşên Awarte de Tom Fletcher bo Şamê di Kanûna Pêşîn a 2024an de.

Di serdanê de, hevdîtin bi Serok Ehmed El-Şeri` û serokê hikûmeta veguhêz a wê çaxê Mihemed El-Beşîr re pêk hatin û tê de tekezî li ser birêvebirina qonaxa veguhastina sîyasî bi serkirdayetî û milkdarîya Sûrîyê hat kirin.

Rawestgeha Duyem: Penaber û Başbûn Karên Herî li pêş in

Dosyaya vegera penaber û koçberan û amadekirina şert û mercên pêwîst ji bo vegera wan, bû xala duyemîn a girîng di rêça têkilîyan de, dema ku Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberan Filippo Grandi di Kanûna Paşîn a 2025an de serdana Sûrîyê kir.

Rawestgeha Sêyem.. Dadwerîya Veguhêz û dosyaya windayan

Di çarçoveya serederîkirina bi mîrateya binpêkirinên rejîma berê de, rawestgeha sêyem li ser mijarên dadwerî û windayan sekinî, bi serdanên seroka Sazîya Serbixwe ya Windayên li Sûrîyê Carla Quintana bo Şamê di Sibat û Tîrmeha 2025an de, ji bo gotûbêjkirina mekanîzmayên hevkarîyê û pêşkêşkirina piştgirîya teknîkî ji bo parastina mafên malbatên windayan.

Rawestgeha Çarem.. Vegera amadebûna Sûrîyê di NY de

Sala 2025an bû şahida vegera amadebûna dîplomatîk a Sûrîyê di Neteweyên Yekbûyî de, bi beşdarîya Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî di civîna Encumena Ewlekarîyê de li New Yorkê di 25ê Nîsanê de, hevdem ligel hildana ala nû ya Sûrîyê li pêşîya baregeha NY.

Ev amadebûn bi beşdarîya Serok Ehmed El-Şeri` di çalakîyên Gera 80yemîn a Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de di Îlona 2025an de xurtir bû, ku Serok di gotara xwe de dîyar kir ku Şam serkeftin bo hemû cîhanê bi dest xist dema ku sîstema tawanê ku 60 salan dom kiribû, hilweşand.

Rawestgeha Pêncem.. Guterres li Şamê

Serdana nêzîk a Guterres bo Şamê rawestgeha herî berbiçav a hevkarîyê ye, ji ber ku ev serdana yekem a sekreterekî giştî yê Neteweyên Yekbûyî ye bo Sûrîyê ji sala 2009an ve.


Ber bi qonaxeke nû ya hevparîyê ve

Ev rawestgeh nîşana pêşketineke bilez e di asta peywendîyên di navbera Sûrîye û Neteweyên Yekbûyî de, ku birêvebirina bersivdana mirovî ya lezgîn derbas kir û ber bi berfirehkirina hevkarîyê di warên nûjenkirina sektorên xizmetguzarîyê, jinûveavakirin, dadwerîya veguhêz, vegera penaberan û piştevanîya sazîyên dewletê ve çû.

Sûrîye li Vîyenayê Guhertina Sotemenîya Reaktora “MNSR” bi Sotemenîyeke Kêm-Meyandî Gotûbêj Dike
​Neteweyên Yekbûyî Serdana Guterres a bo Sûrîyê Radigihîne
Wezîrê Derve yê Sûrîyeyê ligel Şandeke Swêdî Dicive
Seroka Komeleya Giştî: di Hevdîtina bi Şeybanî re Astengiyên li Pêşiya Sûriyê Hatin Gengeşekirin
Ji ber Bûyerên Trafîkê di 24 Demjimêrên Borî de li Sûrîyê Welatîyek Mir û 18 Birîndar bûn
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Antonio GuterresGeir PedersenNeteweyên YekbûyîNûçeyên SûrîyêNûnerê Taybet ê NY bo SûrîyêSekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

​Komîteyeke Lêkolîn û Lêpirsînê ji bo Kadroyên Girtîgeha Kobanê Tê Avakirin

September 15, 2026

Sûrîye û Tirkîye Hevkarîya di Warê Jinûveavakirinê de Gotûbêj Dikin

September 15, 2026

​Ewlehîya Hundirîn li Helebê Keseke ku Karên Cadûgerîyê Dike Destgîr Dike

September 15, 2026

Hêzên Ewlekarîya Navxweyî li Reqayê Komeke Çeteyên ku Tawanên Revandin û Talankirinê Pêk Anîne Digire

September 14, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?