Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: El-Şeybanî: Tiştê di Salekê de Pêk Hat Bawerîya Sûrîyan li Wan Vegerand
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Siyaset > El-Şeybanî: Tiştê di Salekê de Pêk Hat Bawerîya Sûrîyan li Wan Vegerand

El-Şeybanî: Tiştê di Salekê de Pêk Hat Bawerîya Sûrîyan li Wan Vegerand

Hat weşandin: 2025/12/07 8:13 PM
Hat nûkirin: 2025/12/07 8:13 PM

Doha – SANA

Wezîrê Karên Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî tekez kir ku tiştê di salekê de piştî serkeftina şoreşê pêk hat, bawerîya Sûrîyan li wan vegerand. Her wiha dîyar kir ku vê yekê wêneyekî zelal gihand cîhanê derbarê şîyana vî gelî li ser derbaskirina demborîyê û çûna ber bi siberojê ve bi bawerîyeke mezin û vîneke xurt, tevî astengîyan û mîrata giran a ku rejîma hilweşîyayî li pey xwe hiştiye.

El-Şeybanî axaftina xwe domand û got: “Her hikûmeteke bi dilsozî kar bike dê gelek tiştan pêk bîne tevî kêmîya derfetan.” Bal kişand ser wê yekê ku serkeftinên hatine bidestxistin bi piştevanîya gelê Sûrîyê û sekinîna dostan li kêleka Sûrîyê pêk hatin.

El-Şeybanî destnîşan kir ku rewşa jîyanî û aborî hîn jî ji ber bandorên cezayan xasma yasaya Qeyserê, dinale.

El-Şeybanî got: “Hikûmeta Sûrîyê di sala borî de asteke mezin a gihîştin, aqilmendî û dîplomasîyê nîşan da. Her wiha ezmûna Sûrîyê di nava salekê de piştrast kir ku ew bêtir aqilane û dîplomatîk e û di komkirina piştevanîyeke berfireh ji welatên Erebî, bîyanî û Ewropî de bi ser ket.”

Derbarê jinûveavakirinê de, El-Şeybanî dîyar kir ku Sûrîya îro bala xwe dide ser jinûveavakirin û bihêzkirina pêşketina aborî bi rêya derfetên veberhênanê yên berfireh.

Wezîrê Karên Derve bal kişand ser wê yekê ku wêneyê Sûrîyê di nava salekê de bi awayekî bingehîn guherîye; piştî ku wekî çavkanîyeke gefê dihate wênekirin, îro bûye mînakek ji bo îlham û serkeftinê. El-Şeybanî tekez kir ku civaka navdewletî dest bi tevgera bi Sûrîyê re wekî şirîkekî çalak kiriye, û gelê Sûrîyê êdî bi çavê hêvî û bawerîyê li paşerojê dinêre.

Derbarê sîyaseta dagirkerîya Îsraîlê li hember Sûrîyê, El-Şeybanî wiha got: “Pirsgirêkên herî dîyar ên niha sîyasetên Îsraîlî ne ku hewl didin aramîyê li Sûrîyê têk bibin.”

El-Şeybanî axaftina xwe bi tekezkirina li ser wê yekê bi dawî kir ku gelê Sûrîyê sermayeya rasteqîn a dewletê ye û hikûmet ji nav vî gelî derketiye û êşa wî jîyaye.

Hêjayî gotinê ye ku duh li paytexta Qeterê Dohayê çalakîyên gera 23yan a Foruma Dohayê di bin dirûşmeya “Çesipandina Dadwerîyê: Ji Sozan ber bi Rastîya Hestpêkirî” dest pê kir. Ev forum bi beşdarîyeke berfireh ji serokên dewletan, wezîr, pisporên navdewletî û nûnerên payebilind ji zêdetirî 150 welatên cîhanê du rojan berdewam dike.

Polat: Tirkîye Dixwaze Pevguhertina Bazirganî ligel Sûrîyê Bigihîne 10 Milyar Dolaran
Tirkîye bi tundî êrîşa Îsraîlê ya li ser başûrê Sûrîyê şermezar dike û wekî “alozîyeke metirsîdar” dibîne
Udey El-Zûbî Berhevoka Çîrokan a “Berikên Lîstikê” Îmze Dike
 Iraq îro piştî temamkirina nûjenkirina wî, vekirina dergehê sînorî yê Rebî’eyê yê bi Sûrîyê re ragihand 
Serok El-Şera li Waşingtonê bi Nûnerên Rêxistinên Sûrî-Amerîkî re Dicive
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Es’ed Hesen el-ŞeybanîŞoreşa SûrîyêSûrîyeWezîrê Karên Derve yê Sûrîyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

​Komîteyeke Lêkolîn û Lêpirsînê ji bo Kadroyên Girtîgeha Kobanê Tê Avakirin

September 15, 2026

Sûrîye û Tirkîye Hevkarîya di Warê Jinûveavakirinê de Gotûbêj Dikin

September 15, 2026

​Ewlehîya Hundirîn li Helebê Keseke ku Karên Cadûgerîyê Dike Destgîr Dike

September 15, 2026

Hêzên Ewlekarîya Navxweyî li Reqayê Komeke Çeteyên ku Tawanên Revandin û Talankirinê Pêk Anîne Digire

September 14, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?