Berlîn-SANA
Karbidestê Karûbarên Balyozxaneya Sûrîyê li Berlînê Mihemed Bera Şukrî îro Sêşemê, ligel Rêveberê Îdareya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di Wezareta Derve ya Almanyayê de Clemens Hach, awayên xurtkirina têkilîyên hevkarîyê yên di navbera Sûrîye û Almanyayê de gotûbêj kirin.
Balyozxaneya Sûrîyê ya li Berlînê li ser platforma “X”ê dîyar kir ku her du alîyan di dema hevdîtineke li Berlînê, awayên xurtkirina hevkarîya hevbeş di mijarên xwedî berjewendîya dualî de gotûbêj kirin, bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên her du welatan bike û di pêşxistina têkilîyên dualî de beşdar bibe.
Her wiha derbarê çend mijarên xwedî berjewendîya hevbeş de nêrîn hatin pevguhertin.