Rîyad – SANA
Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Mîr Feysel bin Ferhan û hevpostê wî yê Urdunî Eymen El-Sefedî, îro Duşemê, tekez kirin ku welatên wan piştgirîya ewlehî, aramî, serwerî û yekparçeyîya axa Sûrîyê dikin.
Wezîrên derve yên Urdun û Erebistana Siûdî li Rîyadê tekezî li ser piştgirîya aramî û serwerîya Sûrîyê û jinûveavakirina wê kirin, her wiha êrîşên Îsraîlî û Îranî şermezar kirin. Wan giringîya “nexşerêya Siwêdayê” ya Îlona borî ya ku ji alîyê Urdun û Waşingtonê ve tê piştgirîkirin ji bo xurtkirina ewlehîya başûr, tekez kirin.
Her du wezîran piştgirîya xwe bo wan rêkarên ku Erebistana Siûdî, Urdun û welatên Erebî ji bo rûbirûbûna van êrîşan digirin, anîn ziman, ev yek di çarçoveya mafê parastina rewa de li gorî xala 51ê ya peymana Neteweyên Yekbûyî pêk tê.