Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Serok El-Şeri’ ji Foruma Antalyayê: Nasandina serwerîya Îsraîlê li ser Colanê ji alîyê her dewletekê ve betal e
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Serokatiya Komarê > Serok El-Şeri’ ji Foruma Antalyayê: Nasandina serwerîya Îsraîlê li ser Colanê ji alîyê her dewletekê ve betal e

Serok El-Şeri’ ji Foruma Antalyayê: Nasandina serwerîya Îsraîlê li ser Colanê ji alîyê her dewletekê ve betal e

Hat weşandin: 2026/04/17 3:00 PM
Hat nûkirin: 2026/04/17 3:00 PM

Antalya – SANA

Serok El-Şeri’ di rûniştineke dîyalogê de di gera pêncemîn a Foruma Antalyayê de ya ku li Tirkîyê di bin dirûşma “Tevger ligel rewşên nedîyarîyê di dema xêzkirina paşerojê de” hat lidarxistin, wiha got:

  • Şert û mercên ku herêm îro tê re derbas dibe dijwar in û hewcedarîya wan bi çareserîyên awarte heye. Sûrîye berpirsyarîyan digire ser xwe û bi xweragirtina gelê xwe û dostên xwe yên ji dewletên herêmê, rûbirûyî astengîyan dibe.
  • Pevçûna li herêmê ne ya vê gavê ye, belê rehên wê di dîrokê de kûr in. Sûrîye ji vebijarkên sekinîna li gel dewletekê li dijî dewleteke din dûr dikeve, û hewl dide bibe pireke peywendîyê di navbera dewletên mezin de. Îro têkilîyên wê yên îdeal ligel Dewletên Yekbûyî, Rûsya, Çîn, Brîtanya, Fransa, Almanya û dewletên herêmê hene.
  • Em dîrokeke nû ji bo Sûrîyê dinivîsin; ew jî veguhestina wê ye ji qada nakokîyan ber bi veguherîna bo derfeteke mezin ji bo veberhênana domdar.
  • Sûrîye di qonaxa borî de rastî êrîşên Îranê hatibû, ku wê piştgirîya rejîma hilweşîyayî di rûbirûbûna gelê Sûrîyê de dikir. Tevî vê yekê, em neketin nav rûbirûbûna di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê de. Berî şer jî, me hewl da ku ew qet rû nede, ji ber ku dê bibe sedema bandorên metirsîdar li herêmê.
  • Sûrîye piştgirîya aramîya herêmê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya dîyalog û dîplomasîyê û dûrketina ji şer û nakokîyan dike.
  • Em hewldanên Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo rawestandina şerê li Libnanê pîroz dikin, û em hêvî dikin ku derbasî qonaxa çaksazîkirina rêyan li herêmê bibin da ku şer careke din dubare nebin.
  • Sûrîye di salên borî de westîya û gelê Sûrîyê rastî koçberî, derbiderî û lêdanên bi çekên kîmyawî hat, û wêranîyeke mezin çêbûye; lewra dûrxistina wê ji her şerekî îro, rêya xwezayî û rast e.
  • Naskirina her dewletekê bi mafê Îsraîlê li ser Colana Sûrîyê ya dagirkirî betal e, û civaka navdewletî tekez dike ku Colan axeke Sûrî ye ku ji alîyê Îsraîlê ve hatiye dagirkirin.
  • Îsraîl peymana veqetandina hêzan a sala 1974an binpê dike, û em îro dixebitin da ku bigihîjin peymaneke ewlehîyê ku vekişîna wê ji wan axên ku piştî hilweşîna rejîma berê di 8ê Kanûna Pêşîna 2024an de dagir kirine û vegera wê bo xetên 1974an misoger bike, û danîna rêgezên nû ku yan peymana veqetandina hêzan jinûve bide xebitandin yan jî peymaneke nû ku ewlehîya her du alîyan misoger bike, were îmzekirin.
  • Eger gihîştina bi peymanekê serkeftî be, dibe ku em têkevin nav danûstandinên demdirêj ji bo çareserkirina mijara Colana dagirkirî.
  • Em li ser cîbicîkirina peymana yekkirina HSDê di nav sazîyên dewletê de dixebitin, û hemû alî ber bi yekîtî û aramaîya axa Sûrîyê ve gavan diavêjin, û îro bakurê rojhilatê Sûrîyê ji her baregeheke bîyanî vala ye.
  • Sûrîyê rêbazek ji bo jinûveavakirina welêt bi rêya teşwîqkirina veberhênanê ji bo baştirkirina aborîyê girtiye ser xwe, û em hewl didin ku berî her tiştî xwe bispêrin , û heger alîkarî werin divê ne sîyasî bin an bi şert û mercên taybet bin.
  • Me Sûrîye ji rewşa nakokîyê derxist ber bi jîngeheke ewle û aram ku derfeteke veberhênanê pêk tîne. Her wiha Sûrîyê herêm rizgar kir bi rêgirtina li ber berfirehbûna hinek dewletên herêmî yan jî bikaranîna axa wê wekî binkeyekê ji bo destpêkirina êrîşan û têkdana aramîya herêmê.
  • Sûrîye îro aramtir û ewletir e , û bûye bala cîhanê , nexasim derbarê ewlehîya zincîreyên dabînkirinê di navbera rojhilat û rojava de û dabînkirina enerjîyê.
  • Sûrîyê dest bi hinardekirina hinek barên petrola Iraqê kiriye û gelek dewlet li ser girêdana herêmî difikirin ji bo hinardekirina berhemên xwe di rêya axa Sûrîyê re. Her wiha projeya “Çar Deryayan” heye ku herî dawî behsa wê hatibû kirin; Sûrîye bi pêgeha xwe ya îro rewşeke pratîk e ji bo veberhênanê.
  • Cîhan giringîya bikaranîna kêlîya dîrokî li Sûrîyê niha fam dike , lewra xwestekek ji bo xurtkirina peywendîyan bi wê re heye ku di berjewendîya aramîya herêm û cîhanê de be, çi di warê aborî de be yan jî di warê ewlehîyê de.
  • Cihê Sûrîyê stratejîk e ku rojhilat û rojava bi hev ve girê dide. Di dîrokê de Rêya Hevrîşimê bû ku bazirganîya cîhanî tê re derbas dibû. Her wiha ew welatekî çandinîyê ye ku xwedî çavkanîyên mirovî û şarezayên cihêreng e. Ev yek dihêle ku Sûrîye ne tenê bibe stasyona zincîreyên dabînkirina enerjîyê, lê belê dikare bibe navendeke veberhênanê ya giring di qadên cuda de.
  • Sûrîye di dirêjahîya dîrokê de navnîşana pêkvejîyana aştîyane bûye, û îro mezinahî û şaristanîya xwe vedigerîne, û kar dike ji bo derbaskirina fitne, qeyran û wê dûrxistina ku ji ber sîyasetên rejîma berê tê de jiyabû.

Berf Keleha Sirceblê ya Dîrokî ya li ser Sînorê Sûrîye û Tirkîyê li Bakurê Gundewarê Îdlibê Dinixumîne
El-Şeybanî û El-Sefedî vegera têkilîyên Sûrî-Urdunî bo ser rêya rast tekez dikin
Serok Ehmed El-Şeriʼ di Salvegera Yekem a Rizgarkirina Sûriyê de Nimêja Sibehê li Mizgefta Emewî ya Mezin li Şamê Dike
Serok Ehmed El-Şeri’ li Lûtkeya Keşûhewayê ″COP30″ li Brazîlyayê bi Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer re civîya
Serok El-Şeri` bi Karsazê Sûrî Mihemed Kamil Sebax Şerbatî re Civîya
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Aramîya herêmîColana DagirkirîForuma AntalyayêSerok El-Şeri’Sûrîye
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Memorandûma Lihevkirinê di Navbera Sûrîye û Tirkîyê de ji bo Xurtkirina Hevkarîya di Warê Malbatê de

April 18, 2026

Sûrîya Nû Rijd e li ser Avakirina Dewleta Xwe û Dûrketina ji Pevçûnan 

April 18, 2026

Wezîrê Peywendîyan ji SANAyê re: Rêkxistina Karê Platformên Civakî li Sûrîyê

April 18, 2026

Baranên Zêde yên Hesekê Berhemên Çandinîyê Zêde Dikin

April 18, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?