Kuala Lumpur-SANA
Tîrûpişka hevrikîyên Kûpa Asyayê ya ciwanên di bin 20 salî de ya ku îro Pêncşemê li navenda Yekîtîya Asyayê ya Futbolê li Kuala Lumpurê hat kişandin, tîma Sûrîyê di koma duyem de ligel tîmên Ozbekistan, Hindistan û Bengladeşê bi cih kir.
Her weha biryar e ku hevrikîyên dabeşkirinê di navbera 25ê Tebaxê û 6ê Îlonê ya îsal de werin lidarxistin, di nav pêşbirka gihîştina fînalên parzemînî yên ku biryar e sala bê li Çînê werin lidarxistin.
Di hevrikîyên Kûpa Asyayê ya ciwanên di bin 20 salî de 44 tîm beşdar dibin piştî ku Çînê mafê mêvandarîya fînalan bi dest xist, ku ev tîm jî li ser 11 koman hatin dabeşkirin û her komek ji wan 4 tîman li xwe digire.