Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ bi Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan re bi rêya telefonê peywendîyek pêk anî. Di vê peywendîyê de geşedanên dawî li ser qada Sûrîyê û hewlên çespandina bingehên aramîyê li herêmê hatin nirxandin.
Serok El-Şeri’ di dema peywendîyê de tekezî li ser prensîbên niştimanî yên Sûrîyê kir, ku di serî de berfirehkirina serwerîya dewletê li seranserê axa wê ye. Serok destnîşan kir ku pêşîneya niha parastina sivîlan, ewlekirina derdora bajarê Helebê û dawîanîna li dîyardeyên çekdarî yên neqanûnî ye ku li pêşîya pêvajoya jinûveavakirinê dibin asteng.
Ji alîyê xwe ve, Serok Erdogan piştgirîya welatê xwe ya ji bo hewlên xurtkirina ewlehî û aramîyê anî ziman, û tekezî li ser girîngiya hevahengîya hevbeş ji bo rûbirûbûna dijwarî û gefên hevpar kir.
Her du alîyan li ser berdewamkirina hevahengîya nêzîk a di navbera sazîyên pêwendîdar ên her du welatan de li hev kir, bi awayekî ku cîbicîkirina lihevhatinên hevbeş misoger bike, xizmeta berjewendîyên gelên Sûrîye û Tirkîyê bike û derfetên aştî û aramîya mayînde li herêmê xurt bike.