Waşignton – SANA:
Mekanîkekî berê yê motorsîkletan û pisporê endamên destkird ê ji wîlayeta Michiganê ya Amerîkî, dîzayineke endamên destkird a kêmlêçûn bi pêş xist, ku zêdetirî 95 ji sedî ji pêkhateyên wê, xwe dispêrin parçeyên motorsîkletan ên ji nû ve tên bikaranîn. Ev yek jî hewldanek e ji bo dabînkirina çareserîyên pratîkî ji bo kesên endam-jêkirî yên ku di bidestxistina endamên guncaw de rastî zehmetîyê tên.
Kovara «People»ê, duh Yekşemê, dîyar kir ku ramana kesê Amerîkî, Ben Hogan, ji sala 2011an ve dest pê kiriye, piştî ku ew di dema kar û xebata xwe de ya li marketeke motorsîkletan li Los Angelesê rastî kesekî endam-jêkirî hat, û têbînî kir ku layenên hevşêwe di navbera dîzayina motorsîkletê û mekanîzmaya karê endamê destkird de hene. Piştî çend salan ji xebata di warê endamên destkird de, Hogan di sala 2024an de ew raman vejand û projeya “Lingê Motorsîkletê” da destpêkirin.
Dîzayin bi sivikbûn û qayîmîya xwe balkêş e û derfetê dide ku pêkhateyên wê bêne serrastkirin. Di heman demê de jinûvebikaranîna parçeyên motorsîkletan, rê dide kêmkirina lêçûna sazkirinê û dabînkirina materyalên pêwîst; bi taybetî li herêmên ku xizmetên pispor di çêkirina endamên destkird de li wan nînin.