Kanbera-SANA
Xortekî Awistralî yê 13 salî, piştî ku ji bo daxwazkirina alîkarîyê 4 kîlometreyan melevanî kir, malbata xwe ji xeniqînê rizgar kir; ev yek piştî ku pêlan dayika wî û her du birayên wî li beravên rojavayê Awistralyayê birin, rû da.
Malpera “Sky News” zelal kir ku pêlan malbat di dema melevanîya bi qeyikê li nêzîkî bajarê Quindalupê ber bi deryayê ve birin, lewma xort neçar ma ku çar saetan melevanîyeke dijwar ber bi peravê ve bike.
Rizgarkerên deryayî pesnê wêrekîya xort û îradeya wî dan ku hişt ew cihê malbatê destnîşan bikin, ku paşê hatin dîtin di nava deryayê de xwe bi panelekê ve girtine.
Tora “ABC” ragihand ku xort di nîvê rê de êleka rizgarkirinê ji xwe kir da ku bikaribe melevanîya ber bi peravê ve berdewam bike, her wiha polîsên Awistralyayê karkirna wî wek mînakeke kêmpeyda ya wêrekî û biryardarîyê bi nav kir.