Waşington – SANA
Lêkolîneke zanistî ya vê dawîyê, eşkere kiriye ku sedemeke texmînkirî heye derbarê ku çima demeke dirêjtir ji mirovên temenmezin re gerek e, ji bo piştî nexweşî an birîndarîyê hêza masûlkeyên xwe ji nû ve vegerînin.
Wê lêkolînê dîyar kir ku sedem ew e ku înflamasyona di nava masûlkeyên wan kesan de demeke dirêjtir berdewam dike, ku ev yek astengîyê li pêşîya pêvajoya çaksazkirina tevna wê devera laş derdixe.
Malpera “Medical Express” ya zanistî, di gotarekê de ku duh hat weşandin, ragihand ku hin lêkolînerên ji Zanîngeha Utayê ya Amerîkayê, dîtiye ku hin pêkhateyên xwezayî yên laş ên bi navê “prostaglandin”ê hene, roleka wan di rêkûpêkkirina iltihabê û çaksazkirina şaneyan de heye, dibe ku dema asta hebûna wan ji bo demek dirêj bilind bimîne, astengîyan li pêşîya başbûna masûlkeyan li cem mirovên temenmezin derdixin.
Lêkolîneran dîyar kir ku ev yek bi çalakîya hin şaneyan ve girêdayî ye, navê wan “şaneyên pîrbûyî” an jî “şaneyên zombî” ye, ku ev şane nema karin piştî pîrbûnê dabeş bibin.
Her wiha wan lêkolîneran got ku ew şaneyên pîr hin madeyên ku heye înflamasyonê zêde bikin çêdikin, û ew made şîyana maskûleyê ya xweçaksazkirinê asteng dikin.
Encamên lêkolînê nîşan da ku kêmkirina asta “prostaglandînan”ê û sînordarkirina çalakîya şaneyên pîrbûyî, hiştiye ku başbûna masûlkeyan çêtir bibe û girsbûn û hêza xwe careke din vegerînin.
Vekolîner gihan wê encamê ku roleke wan pêkhateyan a giring heye, ji bo naskirina sedema derengmana başbûna maskûleyan, dema temenê mirovan mezin dibe.

