Budapest-SANA
Lêkolîneke zanistî ya nû nîşan da ku dibe têkilîyek di navbera zêdebûna rewşên rawestana dil a ji nişkan ve û guherînên mercên keşûhewayê de hebe. Her wiha daneyên keşûhewayê dikarin bibin alîkar û pêşbînîya bilindbûna hejmara van rewşan bikin, bi çend rojan berî ku çêbibin.
Malpera Amerîkî “Medical Design and Development” a pispora nûçeyên bijîşkî, pêr dîyar kir ku lêkolîn ji alîyê lêkolînerên Zanîngeha Semmelweis, Zanîngeha Budapestê ya Teknolojîyê û Karûbarê Hawarhatinê ya Neteweyî ya Macarîstanê ve hatiye kirin.
Wan zêdetirî 114 hezar rewşên rawestana dil ku di navbera salên 2018 û 2023yan de çêbûne, analîz kirine û ew bi daneyên keşûhewayê yên rojane re, wekî pileya germê, leza ba û şilîyê, berawird kirine.
Lêkolîneran dîtiye ku bi daketina pileya germê re, hejmara rewşên rawestana dil zêde bûye, ji ber ku rewşên ku hatine tomarkirin, di werza zivistanê de, bi qasî pêncekê (1/5) zêdetirî havînê ne, her wiha encaman bal kişandiye ser wê yekê ku dibe guherînên lezgîn ên mercên keşûhewayê metirsî û xetera vê yekê zêde bikin.