Kalifornya-SANA
Tîmeke lêkolînê ji Zanîngeha Stanfordê ya li eyaleta Kalîfornya ya Amerîkayê, bernameyeke taybetmend a zîrekîya destkird bi navê “Evo2” pêş xist. Ev bername bû sedema dîzaynkirina 285 vîrusên ferzî (virtual), ku yek ji wan bi awayekî ezmûnî hat hilberandin.
Zanyarê Brîtanî yê pisporê biyolojîya molekular Adrian Wolfson ragihand ku: “Ev destkeft kêlîyeke çarenûsî ye.” Wî destnîşan kir ku zîrekîya destkird cara yekem e derfetê dide ku jênomên (genomes) tam bi awayekî armanckirî werin dîzaynkirin, tevî ku vîrusa hatiye hilberandin wekî zindewerekî serbixwe nayê hesibandin.
Ev pêşketin hevdem ligel eşkerebûna amûreke nû ya avakirina asîda navokî (DNA) bi navê “Sidewinder” tê; ev amûr bi hûrbînîyeke ku gelekî di ser teknolojîyên berê re ye tê naskirin, ku ev yek asoyên berfireh di warê bijîşkî û endezyarîya genetîk de vedike.