Wașington – SANA
Tîmeke lêkolînê li Zanîngeha Missouri ya Amerîkî, serketinek di pêşxistina teknolojiyekê de bi dest xist ku rê dide nivîsandina daneyên dîjîtal bi awayekî rasterast di nav DNAyê de.
Ev teknolojî derfetê dide xwendin, serrastkirin û jêbirina daneyan, ku dibe di pêşerojê de bibe berdêla amûrên depokirinê yên klasîk mîna Hard Diskan
Lêkolîneran dîyar kir ku ev pergal di çareserkirina daneyan de piçûk û lezgîn e, û niha xebat li ser tên kirin da ku qebareya wê bibe nêzîkî bîrdanka USByê.