Heleb-SANA
Dezgehên ewlehîyê li parêzgeha Helebê dikarî endamên şaneya ku guman tê kirin tevlî revandina Karsaz Fadî Berekat bûye, bigirin.
Parêzgeha Helebê duh Pêncşemê ragihand ku Fermandarê Ewlehîya Navxweyî li parêzgehê, Eqîd Mihemed Ebdilxenî, di daxuyanîyekê de ji Rêveberîya Ragihandinê ya Helebê re dîyar kir ku girtî dê li gorî rêgezên yasayî radestî dadgeha pêwendîdar werin kirin, û tekez kir ku Wezareta Navxweyî dê piştî temamkirina lêpirsînan, hûrgulîyên dozê bi rêya platformên xwe yên fermî belav bike.
Fermandarîya Ewlehîya Navxweyî di 16ê vê meha Mijdarê de rizgarkirina Fadî Berekat, xwedîyê kargeheke dermanan a li parêzgehê, ragihandibû, piştî ku ji alîyê grupeke çekdar ve hatibû revandin.

