London-SANA
Lêkolîneke zanistî ya nû piştrast kir ku guherîna keşûhewayê ku ji ber çalakîyên mirovan pêk tê, bûye sedema zêdebûneke mezin di egera derketina şewatên daristanan û berfirehbûna rûbera wan de li gelek welatên Ewropayê.
Ev di demekê de ye ku parzemîna Ewropayê di salên dawî de bûye şahida pêlên herî dijwar ên şewatan.
Lêkolîna ku ji hêla destpêşxerîya “World Weather Attribution”ê ve hatiye encamdan, dîyar kir ku guherîna avhewayê egera peydabûna şert û mercên guncaw ji bo derketina şewatên daristanan li başûrrojavayê Fransayê duqat kiriye, lê li navenda Spanyayê ev eger herî kêm bîst caran zêde bûye.
Lêkolînê destnîşan jî kir ku derketina şewatên berfireh bi şêweyekî hevdem li çend welatên Ewropayê, hevahengîya operasyonên vemirandinê û bersivdana rewşên awarte zehmetir dike, di heman demê de jî lêçûna rûbirûbûna karesatan û kêmkirina bandorên wan zêdetir dike.