Waşington-SANA
Lêkolîneke zanistî ya nû, eşkere kir ku ava bigaz a bêşekir, dibe ku li gorî vexurakên bigaz yên ku şekir tevlî wan bûye, zirara wan li ser diranan kêmtir be, ji ber ku dibe sedema kêmbûna demkî ya tirşîya dev, lê nagihîje asta ku ji diranan bê xwrin.
Malpera zanistî ya “News Medical” duh Yekşemê ji lêkolîna ku ji alîyê lêkolînerên Zanîngeha Purdue ya Amerîkî ve bi rêveberîya lêkolîner Wajiha Zulfiqar hatiye pêk anîn ragihand ku lêkolînê 20 kesên balix xistine bin ceribandinê û bandora çar vexurakên “şekir tevlî wan bûye, bigaz û bêşekir, bigaz û kalsîyûm di nav de heye û ava sade” li ser tirşîya gilîza dev, taqî kiriye.
Lêkolînê dît ku vexurakên şêrînkirî tirşîya dev ji yên din zêdetir kêm kiriye, di demekê de ku ava bigaz a bêşekir piştî du deqeyan û ya bi kalsîyûmê piştî 5 deqeyan, bûn sedema kêmbûna tirşîya dev bi awayekî demkî, û di nav 20 deqeyan de tirşîya dev vegerîya rewaşa xwe ya asayî.
Lêkolîner Zulfiqar tekez kir ku gilîza dev alîkarî di zûvegerandina hevsengîyê de kir, û tirşî di astekê de parast bêyî ku ji diranan bê xwarin, û amaje pê kir ku vexwarina ava bigaz a bêşekir li şûna vexurakên bişekir, ligel guhdaneke baş bi paqijîya dev, heye ku metirsîya xwarina ji diranan kêm bike.