Paytext-SANA
Lêkolîneke navdewletî ya nû hişyarî li ser bandorên derûnî yên kûr ên zêdegavîyê (Bullying) li ser nûciwanan da û bal kişand ku dibe ku rûbirûbûna dubare ya vê reftara êrîşkar bibe sedema nîşaneyên “Nexweşîya Piştî Trawmayê”.
Lêkolîneran piştrast kir ku divê rûbirûbûna zêdegavîyê ji çarçoveya “reftareke dibistanê ya şaş” derkeve, û wekî faktoreke metirsîdar a derûnî were dîtin ku hewceyî destwerdana dermankirina zû ye. Her wiha divê ev yek di nav planên tenduristîya dibistanê û bernameyên hişmendîyê de wekî yek ji sedemên sereke yên nexweşîyên derûnî were hesibandin.
Tê zanîn ku nûciwanî serdemeke hestyar e ku tê de mejî di bin bandora zextên derûnî de dimîne; zêdegavîya dubare pergala demarî di rewşeke amadebaşîyê ya daîmî de dihêle, ku dibe sedema nexweşîyên xewê, tirs (panîk), lawazbûna balê û tirsa berdewam.