London-SANA
Tîmeke lêkolînê pêlaveke zîrek û pêşketî pêş xist ku alîkarîya kesên bitemen dike da ku hevsengîya xwe biparêzin û ji ketinê dûr bimînin. Ev piştî ku wan dît ku hin kesên bitemen di dema meşê de hevsengîya xwe ji dest didin, ev yek bû sedem ku ew li çareserîyeke pratîk bigerin da ku jîyana rojane ya bikarhêneran biguherînin.
Li gorî rojnameya “Independent”ê, Dr. “Jiayang Li” ku mamosteyê endazyarîya elektrîkê li Zanîngeha Bristolê ya Brîtanyayê ye, pêlaveke zîrek çêkiriye. Ev pêlav pişta xwe bi naleke hundirîn girê dide ku bi sedan hestewerên (sensorên) hûr hatiye stajkirin, ji bo komkirina zanyarîyên rasterast li ser şêwazê meşê.
Ev dahênan di çarçoveya hewldanên berfireh de tê ji bo kêmkirina metirsîyên tenduristîyê yên bi ketina kal û pîran ve girêdayî ne, nexasim ji bo kesên ku bi tenê dijîn, û ev yek rê dide ku ew serxwebûn û kalîteya jîyana xwe biparêzin.