Waşington-SANA
Sepana “WhatsApp”ê ya ku şirketa “Meta”yê xwedîya wê ye, taybetmendîyeke nû bi navê “Hevkarîya bipere” ji bo rêveberên kanalan da destpêkirin. Armanc ji vê yekê xurtkirina şefafîyetê ye da ku bikarhêner karibin cudahîyê bixin navbera naveroka bazirganî û weşanên asayî.
Malpera “WABetaInfo” ku nûkirinên sepana “WhatsApp”ê dişopîne, betra pêr ragihand ku ev taybetmendî rê dide rêveberên kanalan ku nîşana “hevkarîya bipere” li ser weşanên bazirganî yan naverokên fînansekirî zêde bikin, da ku di hemû guhertoyên sepanê de li ser telefonên zîrek û komputeran bi zelalî ji şopîneran re dîyar bibe.
Malperê dîyar kir ku çalakkirina vê nîşanê bi rêya hilbijartina weşanê û lêzêdekirina vebijarka “hevkarîya bipere” tê kirin. Her wiha amaje pê kir ku ev nîşan li ser weşanê dimîne û nayê rakirin, heta ku weşan neyê jêbirin û careke din neyê weşandin.