Waşington – SANA
Lêkolîneke zanistî ya nû nîşan da ku mayîna bakterya streptokokên koma “A” di qirika hin zarokan de piştî temamkirina çareserîya bi dijbiyotîkan, dibe ku ne ji ber berxwedana komeke taybet a bakteryê li hember derman be; lê belê girêdayî bersivdana bergirîya zarok an jî pêkhateya mîkrobîyoma gewrîyê be.
Zanîngeha Binghamtonê ya Amerîkî di raporekê de ku pêr li ser malpera xwe ya fermî weşand, dîyar kir ku lêkolîn bi serpereştîya lêkolîner Laura Cook mamosteya beşdar di beşê zanistên bîyolojîk ê zanîngehê de û bi hevkarîya lêkolînvanên ji Zanîngeha Illinois a li Chicagoyê û Koleja Bijîşkî û Tenduristîya Giştî ya Zanîngeha Wisconsinê hatiye encamdan, û encamên wê di kovara zanistî ya “Cell Reports”ê de hatine weşandin.
Lêkolînê daye xuyakirin ku tevî ku nîşanên nexweşîyê ji holê radibin û rewşa tenduristîyê ya zarokan baş dibe jî, nêzîkî ji sedî 8 heta 10ê zarokan piştî qedandina dermankirina bi dijbiyotîkan wekî hilgirên bakteryê dimînin.
Di lêkolînê de hat dîyarkirin ku ev bakterî dikare bi mehan û di hin rewşan de jî bi salan di qirikê de bimîne.