Bexda-SANA
Lêkolîneke zanistî ya nû nîşan da ku di salên dawî de hejmara pêketîyên vîrusa taya xwînberbûnê ya Kirim-Kongoyê li Iraqê bi awayekî berçav zêde bûye.
Lêkolîneran zêdebûna rewşan bi hin faktorên jîngehî û civakî ve girêdan wekî: Guherîna keşûhewayê, bilindbûna pileya germê, berfirehbûna bajarsazîyê û tevgerên koçberîya niştecihan.
Lêkolîneran tekezî li ser pêwîstîya bihêzkirina rênimayên xweparastinê û kontrolkirina nexweşîyê kirin. Her wisa destnîşan kir ku têgihiştina alîyên webayî û jîngehî yên nexweşîyê, gaveke bingehîn e ji bo danîna stratejîyên bibandor ji bo rêgirtina li belavbûna wê û parastina tenduristîya giştî li Iraqê.
Taya xwînberbûnê ya Kirim-Kongoyê nexweşîyeke vîrusî ya tund e ku bi rêya pêvedana kirnîyan an jî têkilîya rasterast bi xwîn û şaneyên ajelên pêketî re tê veguhastin. Di hin rewşan de dibe ku bibe sedema xwînberbûna hundirîn û derveyî ku metirsîyê li ser jîyanê çêdike.