New York-SANA
Instagram taybetmendîyekê pêş dixe ku rê dide bikarhêner ji lîsteya “Dostên Nêzîk” ya kesên din derkeve; ev yek ji bo xurtkirina parastina nihênîyê û dûrketina ji şermezarîyê ye.
Kompanya “Meta”yê piştrast kir ku ev taybetmendî hîn di qonaxên xwe yên yekem ên pêşxistinê de ye, û hîn demeke fermî ji bo berdestkirina wê ji bo raya giştî nehatiye dîyarkirin.
Taybetmendîya “Dostên Nêzîk” (ji sala 2018an ve) rê dide parvekirina naverokê bi komeke dîyarkirî re, lê berê bijareya jêbirina navê bikarhêner ji lîsteyên kesên din nedida bikarhêneran.
Taybetmendî bikarhêner agahdar dike ku derketina wî ji lîsteyê dê naveroka taybet a wê lîsteyê tavilê jê bide veşartin, û wî ji pêşkêşkirina hincetan ji xwedîyê hesab re bêpêdivî dike.
Şopîner dibînin ku ev taybetmendî piştgirîya nihênîyê û kontrolkirina naveroka ku digehe bikarhêner dike, tevî ku dibe hinek kes jê razî nebin.
Ev meyl hewldana kompanyên teknolojîyê nîşan dide ji bo xurtkirina kontrola bikarhêner li ser nihênî û ezmûna xwe ya dîjîtal, di navbera pêşbazîya gur a platformên ragihandina civakî de.