Waşington-SANA
Platforma “X”ê pêşbirka nû ragihand ku xelateke bi nirxê mîlyonek dolarî dide xwedîyê baştirîn gotara dirêj; bi armanca handana çêkerên naverokê bo nivîsandina dirêj di hundirê platformê de.
Kompanyayê eşkere kir ku xelat dê di gera dravdanê ya bê de were dayîn, û serketî dê di 30ê vê Kanûna Paşîn de werin ragihandin, ev jî wek xurtkirina naveroka nivîskî ya dirêj li ser platformê tê kirin.
Hesabê “X Creators” dîyar kir ku armanca pêşbirkê rûmetdarkirina naveroka bibandor û biqîmet e, û tekez kir ku nivîsandin dê bibe stûneke bingehîn di stratejîya geşepêdana platformê de ji bo sala 2026an.
Ev ragihandin piştî çend mehan ji destpêkirina taybetmendîya gotaran tê ku vebijarkên sazkirinê yên pêşketî peyda dike, da ku şîyana platformê ya ji bo hevrikîya malperên wekî Substack û LinkedInê xurt bike.
Her wiha platformê vê dawîyê hinek sînorên teknîkî û erdnîgarî li ser amûra “Grok”ê ferz kirin da ku rê li ber bikaranîna wê di guhertina wêneyên kesên rastîn yan hilberandina naverokên nexweş de bigire, ev jî wek bersivekê ji zextên qanûnî û lêkolînên navdewletî re hat.