Dera-SANA
Rêveberîya Xizmetên Enerjîyê li parêzgeha Derayê, bi hevkarîya Hêzên Ewlehîya Navxweyî, bi ser navendeke tevlîhevkirina sotemenîyê li rojavayê bajarê Izre’ê de girt, û nêzîkî 100 hezar lître ji materyalên pişaftinê yên di tevlîhevkirinê de dihatin bikaranîn, her wiha barek benzîn û mazot ku piştî tevlîhevkirinê ji bo belavkirinê hatibû amadekirin, desetser kir.
Wezareta Enerjîyê bi rêya kanala xwe ya li ser Telegramê, dîyar kir ku alîyên pêwendîdar sazî bi mûma sor girt, materyalên ku lê hebûn destser kirin, û xebatkarên wê ji bo Rêveberîya Ewlehîya Tawanî hatin veguhestin, da ku tedbîrên qanûnî yên pêwîst derheqê wan de bêne girtin.
Ji alîyê xwe ve, endamê Nivîsgeha Cîbicîkar a Sektora Samanên Metalî û Elektrîkê li Parêzgeha Derayê Rîyad El-Rekeb, di daxuyanîyekê de ji SANA re eşkere kir ku di operasyonê de bêtirî 100 hezar lître sotemenîya tevlîhevkirî hat destserkirin, û du tankerên sarincdar ku plakeyên wan ne-sûrî ne û bi materyalên neftê yên tevlîhevkirî barkirî bûn, hatin girtin.









