Waşington-SANA
Tecrubeyên taqîgehan, li Amerîkayê nîşan dan ku dermanekî nûkirina şaneyên dil ku navê “AD-NB1” lê hatiye kirin û destûr ji bo pêkanîna ceribandinên destpêkê li ser mirovan girtiye, xwedî şîyanên hêvîdar e di dermankirin û nûkirina şaneyên gurçikên zîyandîtî de.
Ev dermanê ku li Zanîngeha “California”yê hatiye pêşxistin, armanc dike ku rê li ber têkçûna dil bigire bi rêya sekinandina proteîna “ENPP1” a ku rê li ber başbûnê digire, ya ku dîyar bûye ku herî zêde di pişkên gurçikên kesên bi nexweşîya gurçikan a kronîk de heye.
Tecrubeyan başbûneke bilez û destpêkirina başbûna gurçikan di nava hefteyekê de piştî ku mişkan ew derman wergirtiye nîşan da. Profesor Arjun Deb tekez kir ku mekanîzmayên têkçûna dil û gurçikan li hev dikin, û tê zanîn ku pêşxistina vî dermanî, ku di cûreyê xwe de li cîhanê yê yekem tê hesibandin, piştgirîya Enstîtuyên Neteweyî yên Tenduristîyê û Wezareta Parastinê bi dest xistiye.