Waşington-SANA
Lêkolînerên li Enstîtuya Teknolojîyê ya Massachusetts (MIT) li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, kapsulên elektronîk ên jîr ên ku di xwezayê de dihelin pêşve xistin. Ev kapsul dikarin bi awayekî bêtêl piştrast bikin ku derman hatiye daqurtandin, berî ku di nava hefteyekê de di hundirê mîdeyê de bi temamî bihelin.
Testan nîşan da ku ev kapsul piştî daqurtandinê sînyalên bêtêl ên pêbawer dişînin, paşê bêyî ku tu madeyên kîmyewî yên zirardar derxin, bi awayekî ewle hildiweşin.
Ev teknolojî fersendê dide pêşkêşkarên lênêrîna tenduristîyê ku piştrast bibin ka nexweş pabendî wergirtina dermanên xwe yên dîyarkirî ne yan na, ku ev yek alîkarîya baştirkirina plansazîyên dermankirinê dike. Her wiha ev rêbaz rêyeke hêsan û bê neştergerî pêşkêşî endamên malbatê dike da ku şopandina dermanên nexweşên xwe, nexasim kesên kal û pîr, bikin.