Waşington-SANA
Sepana “WhatsApp”ê dest bi pêşkêşkirina beşeke nû ya taybet ji bo çavdêrîya dê û bavan li ser amûrên “iPhone” kir.
Ev pêngav bi armanca hêsankirina birêvebirina hesabên zarokan û alîkarîya dê û bavan di kontrolkirina taybetmendîyên parastin û ewlehîyê de ye.
Malpera “WABetaInfo” ya pispor di nûçe û nûkirinên WhatsAppê de, di raporeke ku pêr belav kiribû de dîyar kir ku ev taybetmendî hêdî hêdî di guhertoya 26.30.77 ya sepana WhatsAppê ji bo pergala “iOS” de xuya dibe, û heta niha ji bo hejmareke sînordar a bikarhêneran berdest e.
Beşa nû ya “Çavdêrîya Dê û Bavan” rêberîya dê û bavan dike ka dê çawa hesabên zarokan amade bikin û wan bi hesabên xwe ve girê bidin.
Ev yek bi rêya bikaranîna telefonên herdu alîyan û xwendina koda bersivdana lezgîn QR an jî qebûlkirina daxwaza girêdanê pêk tê.