Roma – SANA
Cîhan sibeha Yekşema bê, dê bibe şahidê dîyardeyeke stêrknasîyê ya kêmpeyda ku wekî “Heyva Şîn a Biçûk” yan “Mîkromon” tê naskirin; tê de heyva tije ji ber gihîştina xala xwe ya herî dûr ji Erdê, ji mezinahîya xwe ya asayî biçûktir xuya dike.
Ev dîyarde ji ber hevdemîya tijebûna heyvê ligel hebûna wê di xala herî bilind de rû dide. Malpera “Sky News” li ser zarê Gianluca Masi ji projeya (Virtual Telescope Project) veguhast ku heyv dê bi rêjeya nêzîkî 6% biçûktir û bi şewqeke kêmtir bi rêjeya nêzîkî 10% dîyar bibe.
Ev cudahî wekî dîyardeyeke xwezayî ya xola heyvê têne hesibandin bêyî ku rê li ber dîtina wê bi çavan bigire. Proje dê ji Îtalyayê weşaneke zindî pêşkêş bike ji bo şopandina hûrgulîyan, her wiha tê zanîn ku “Mîkromon” tam berovajî dîyardeya “Super Mon” e.