Waşington-SANA
Lêkolîneke nû ku ji alîyê lêkolînerên ji Koleja Bijîşkî ya Albert Einstein li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve, bi beşdarîya lêkolînerên ji her du zanîngehên Columbia û Stony Brook hat encamdan, eşkere kir ku parastina rêjeya meşa bilez li cem kesên dan’emir dibe ku di kêmkirina metirsîya tûşbûna bi nexweşîya alzheimerê bibe alîkar, her wiha sînordarkirina paşketina di şîyanên têgihiştinê de her ku mezintir bibe.
Kovara bijîşkî Neurology ku di nîveka vê mehê de ji alîyê Akademîya Amerîkî ya Bijîşkîya Damaran ve hatiye weşandin, dîyar kir ku lêkolîneran daneyên pênc lêkolînên sereke yên li ser pîrbûnê vekolandin, ku nêzîkî çar hezar kes bi navîna temenê nêzî 84 salî, ligel du lêkolînên biçûktir ku kesên temenê wan ji 80 salî borîye li xwe digirtin û wêneyên mêjî û analîzkirina tevnan piştî mirinê bi kar anîbûn.
Her wiha lêkolînê nîşan da ku kesên xwedî meşa bilez bi derbasbûna demê re bîranîn, leza birêvebirina zanyarîyan û nermîya hişî bi awayekî baştir parastine, di heman demê de wêneyên mêjî nîşan dan ku qebareya herêma “hîpokampos”ê (ku berpirsa çêkirina bîranînê ye) li cem wan mezintir e.