Barşelona-SANA
Malpera “Medical Xpress” ragihand ku li gor vekolîneke zanistî ya nû, jinên ducanî yên ku hewaya nepaqij distînin, mejîyê zarokên di hinavê wan de zû mezin nabe.
Vekolîna ku li Katalonyayê ya bi hevkarîya hejmarek navendên vekolînan pêk hatiye, daye xuyakirin ku dema jinên ducanî gelekî tûşî hewaya nepaqij ya ku pirtikên (PM2.5) tê de hene bibin, ew yek nahêle damarên zarokên wan baş kar bikin.
Vekoleran jî tekez kir ku dema dêyên ducanî tûşî hewaya nepaqij dibin, mejîyên zarokên wan zû mezin nabin, û ev yek dihêle ku metirsîya pîsbûna hewayê li ser nifşên bê zêde bibe.