Pekîn-SANA
Karkerên Çînî mirovekî berfê yê qerase li bajarê Harbin, paytexta parêzgeha Heilongjiang li bakurrojhilatê Çînê, dirust kirin.
Ajansa Nûçeyan a Xinhua îro dîyar kir ku mirovê berfê ku di Baxçeyê Muzîkê yê Qiongli de hatiye avakirin, dirêjahîya wî 19 metre ye û nêzîkî 3 hezar metre sêgoşe berf hatiye bikaranîn û bi metreyekê bi ser hevtayê xwe ya par dikeve.
Karên avakirinê ji bo gera 27emîn a Cîhana Berf û Qeşayê li Harbinê, ku zêdeyî 10 hezar karkeran û nêzî hezar alav tê de beşdar in, vê dawîyê dest pê kir. Tê pêşbînîkirin ku qada parkê were berfirehkirin û bibe 1.2 mîlyon metreyên çargoşe, da ku bibe ya herî mezin di nav hemî gerên salên borî de.