Şam-SANA
Bi amadebûna Serokê Komara Erebî ya Sûrîyê Ehmed El-Şeri’ û hevjîna wî Xanim Letîfe El-Dirûbî, îro diravê nû yê Sûrîyê di merasîmeke fermî de li Koşka Kongreyan li Şamê hat destpêkirin.
Serok El-Şeri’ û Rêveberê Banka Navendî ya Sûrîyê Ebdulqadir El-Hesrîye diravê nû eşkere kirin.
Li jêr xalên herî girîng ên gotina Serok El-Şeri’ di rûniştineke dîyalogê de di dema merasîma destpêkirinê de hene:
Bûyera guhertina dirav nîşana bidawîbûna qonaxeke borî ye ku kes lê poşman nabe. Mijarê nîqaşên dirêj hildan û gelek ezmûnên cihêreng li ser guhertina dirav û jêbirina sifiran hene. Gelek têgeh hene ku divê di qonaxa guhertina dirav de werin zelalkirin.

Başkirina aborîyê li ser zêdekirina rêjeyên hilberînê û kêmkirina rêjeyên bêkarîyê li Sûrîyê ava dibe. Qonaxa veguherînê hestyar û hûr e, û faktora herî girîng tê de ew e ku rewşa panîkê (tirsê) di nav mirovan de çênebe; pêdivîya me bi rewşeke aram di guhertina dirav de heye.
Bawerîya welatîyan bi lîreya Sûrîyê beşek e ji bawerîya bi aborîya Sûrîyê ya ku di salên borî de zirar dîtibû. Şêweyê diravê nû derbirîna nasnameya niştimanî ya nû ye û dûrketina ji pîrozkirina kesan (kesperestî) ye. Diravê nû dê karên danûstendinê di kirîn û firotinê de hêsantir bike.
Di dema guhertina dirav de pêdivîya me bi çandeke nû heye. Aborîya Sûrîyê niha bi gavên bi biryar dimeşe û berhemên vê damezrandinê dê hêdî hêdî xuya bibin.
Ji alîyê xwe ve, şêwirmend Ebdullah El-Şema’ zelal kir ku tîmek ji şêwirmend û pisporên Sûrî bi Banka Navendî ya Sûrîyê re hevkarî kirin ji bo danîna stratejîya guhertinê li ser bingehên zanistî û pîvanên cîhanî, bi armanca ku bank bibe bingeha aramîyê û rêbera veguherîna aborî.



