Canberra-SANA
Lêkolîneke Awistralî ku deh salan berdewam kir û ji alîyê Zanîngeha Flindersê ve hat encamdan, pêwendîyek di navbera vexwarina zêde ya qehweyê û kêmkirina tîrbûna hestîyan di nav jinên temenmezin de eşkere kir, ku ev yek metirsîya şikestina hestîyan zêde dike. Encamanan nîşan da ku vexwarina zêdetirî pênc fîncanên qehweyê di rojê de girêdayî kêmbûneke berbiçav di tîrbûna hestîyan de ye.
Lêkolînê tekez kir ku vexwarina qehweyê bi awayekî asayî nabe sedema metirsîyeke berbiçav, û bandora kafeyînê li ser mijandina kalsyûmê kêm e li cem kesên ku xwarina xwe ya pêwîst bi dest dixin.
Lêkolîn dîyar dike ku sînordarkirina vexwarina zêde ya qehweyê û peyrewkirina parêzên tendurist dikare bibe alîkar di parastina tenduristîya hestîyan û kêmkirina metirsîyên şikestinê de, nexasim di nav jinên temenmezin de.