SANA – Taybet
Di çarçoveya hewldanên berdewam ji bo baştirkirina rewşa xizmetguzarî û dîmenên bajêr, rêveberîya herêma Efrînê ya li gundewarê Helebê destpêkirina kampanyayeke berfireh ji bo ronîkirina kolanên bajêr bi temamî ragihand, ku ev kampanya bi piştgirîya “Heleb Dayika Hemûyan e” tê meşandin.
Ev gav di çarçoveya planeke çaksazîyê ya berfireh de tê; tîmên teknîkî dest bi danîna yekîneyên ronahîyê yên nû di hejmarek ji kolanên sereke û yên nav taxan de kirin, piştî ku stûnên kevn û xerabûyî yên ku dibûn asteng li pêşîya tevgera xelkê û bandoreke nebaş li dîmena bajêr dikirin, hatin rakirin.

Rêveberîyê her wiha tekez kir ku karên çêkirin û danînê bi lez û bi çavdêrîya meydanî ya rasterast tên meşandin, da ku ronîkirin hemû taxên niştecihbûnê û sazîyên giştî bi kalîteyeke bilind li xwe bigire.


