Şam – SANA
Di 24 saetên borî de, ji encama bûyerên trafîkê û şewatên ku li deverên cuda cuda yên Sûrîyê rû dane, kesekî jîyana xwe ji dest da û 12 kesên din birîndar bûn. Tîmên Parastina Sivîl ên ser bi Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan ve, bersiva wan da.
Parastina Sivîl, îro Çarşemê, li ser kenala xwe ya Telegramê, dîyar kir ku tîmên wê bersiva 9 bûyerên trafîkê daye; di encamê de kesekî jîyana xwe ji dest daye û 12 kesên din birîndar bûne.
Alîkarîya seretayî ji bo birîndaran hat pêşkêşkirin û paşê ji bo wergirtina dermankirina pêwîst bo nexweşxaneyan hatin veguhastin, her wiha şûnmayên bûyeran hatin rakirin û cihên wan hatin ewlekirin.
Parastina Sivîl careke din li bîra şofêran anî ku pêwîst e leza xwe kêm bikin, ji rewşa teknîkî ya otomobîlê, xebitîna fren û paqijkerên caman piştrast bibin, û ji reftarên şaş ên ku baldarîyê di dema ajotinê de kêm dikin, mîna bikaranîna telefona destan, dûr bikevin.
Bersivdana 31 şewatan
Her wiha tîmên Parastina Sivîl bersiva 31 şewatan da, ku li nava malan, dikanên bazirganîyê, gîya, dar, zibil û kabloyên elektrîkê derketibûn; şewat hatin vemirandin û cihên wan hatin sarkirin.
Di encama van şewatan de, du kes birîndar bûn; alîkarîya seretayî ji bo wan hat pêşkêşkirin, zirarên madî yên mal û milkan jî hebûn.



