Şam-SANA
Li gorî amareke destpêkê, îro Pêncşemê di encama teqîna bombeyekê de li hundirê qehwexaneyekê li kolana El-Nesir a li Şamê, 4 kes mirin û 11ên din jî birîndar bûn.
Rêveberê Hawarçûn û Rewşên Awarte li Wezareta Tenduristîyê Dr. Ehmed El-Bekûr ji SANAyê re ragihand ku teqîna ku li kolana El-Nesir a li devera Hîcazê rû da, bû sedema mirina 4 kesan û birîndarbûna 10 kesên din, ku ji bo wergirtina alîkarîyên bijîşkî yên pêwîst bo Nexweşxaneya El-Muctehid, ji bilî birîndarekî ku bo Nexweşxaneya Heyva Sor a Sûrî, hatin veguhastin.
Ji alîyê xwe ve, Wezareta Navxwe piştrast kir ku teqîn bi bombeyekê pêk hatiye û yekser piştî rûdanê, dewrîyeyên hêzên ewlehîyê û tîmên hawarçûnê ji bo derxistina birîndaran û pêşkêşkirina alîkarîyên bijîşkî yên pêwîst bi rê ketin, û kembereke ewlehîyê li dora herêmê danîn da ku silametîya welatîyan biparêzin û ewlehîya derdora herêmê bi temamî dabîn bikin.
Wezaretê her wiha anî ziman ku lêkolîn ji bo naskirina sedemên teqînê û kesên li pişt wê ne berdewam dikin.