Şam-SANA
Wezîrê Navxwe Enes Xetab, ragihand ku hêzên wezaretê ji bo roja sêyemîn li pey hev, berdewam in di piştgirîya zîyandîtîyên lehîyan de li herêma rojhilat.
Her wiha wî dîyar kir ku ev hêz li ser danîna bendan, birêkxistina tevgera trafîkê û alîkarîya di rizgarkirina zîyandîtîyan de kar dikin; ligel girtina tedbîrên pêwîst ji bo kêmkirina metirsî û zîyanên çaverêkirî yên ku ji ber lehîyan derdikevin holê.
Xetab îro Înê li ser platforma “X”ê got: “Em sersaxî û hevxemîya xwe ya kûr pêşkêşî malbatên qurbanîyên lehîyan li hemû parêzgehên zîyandîtî dikin. Em ji Xwedayê Mezin hêvîdar in ku qurbanîyan bi rehma xwe ya berfireh şad bike, û sebir û aramîyê bide kesûkarên wan.”
Wezîrê Navxwe hewldanên awarte yên hêzên Wezareta Navxwe û tîmên rewşên awarte bilind nirxandin; ên ku bi şev û roj karê xwe didomînin ji bo rizgarkirina kesên asêmayî, lêgerîna li windayan, parastina mal û milkan, û ewlekirina dezgehên giştî.