Şam-SANA
Wezareta Ewqafê, îro Duşemê, biryarek derxist ku li gorî wê hemû mizgeftên Sûrîyê ji 1ê Kanûna Duyem a borî ve, bi awayekî yasayî wekî girêdayî wezaretê tên hesibandin.
Di biryarê de hat dîyarkirin ku ew mizgeftên ku dikevin bin bandora van bendan, dê di bin çavdêrîya îdarî ya Wezareta Ewqafê de bin, bi rêya rêveberîyên wê yên li parêzgehan.
Rêveberîyên Ewqafê dê karê rêkxistina rewşên îdarî û qanûnî yên mizgeftên ku bi hikmê qanûnê hatine girêdan bikin û wan di nav tomarên xwe yên fermî de qeyd bikin. Her wiha, rewşa komîte, alî yan kesên ku birêvebirina van mizgeftan dikin, dê li gorî bendên vê biryarê û rênimayên cîbicîkirinê yên têkildar werin sererastkirin.