Şam-SANA
Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan, Raid El-Salih, ragihand ku di nav de 5 zarok, 7 welatî li ber avê xeniqîne û jîyana xwe ji dest dane. Her wiha ji ber rabûna lehîyê, qezayeke trafîkê qewimîye ku tê de zilamekî jîyana xwe ji dest daye.
El-Salih dîyar kir ku tîmên Parastina Sivîl, 60 sivîlên ku bi makîneyên xwe ve di nav lehîyê de asê mabûn, rizgar kirine. Lê bi gotina wî, hîna 4 kesên serwinda hene û ew berfireh û bênavber li wan digerin.
El-Salih îro Înê li ser hesabê xwe yê platforma “X”ê dîyar kir ku tîmên wezaretê sê roj in li pey hev, li hember mercên dijwar ên keşûhewayê û barana jikel ku lehî û şape rakirine, di nav xebat û keftûleftê de ne.
Her wiha da zanîn ku tîmên Parastina Sivîl, heta ku tê sibeha îro, li parêzgehên Heleb, Reqa, Dêrezor, Heseke, Hema, Idlib, Hims, Laziqîye, Tertûs û Derayê, zêdetirî 550 desttêwerdanên meydanî pêk anîne.
900 Agahdarî Gihîştine Tîmên Bersivdanê
El-Salih amaje pê kir ku hejmara agahdarîyên ku gihîştine tîmên bersivdanê ji 900î zêdetir e ku li gor rêza pêwîstî û pêşîneyan serederî ligel wan tê kirin. Her wiha dîyar kir ku hawarxwestîyên ku jîyana wan li ber gef û metirsîyê ne serê pêşîn in û di pey re parastina mal û milkan û ewlekirina rê û dezgehên giştî tê.