Şam-SANA
Zimanê Kurdî, bi destpêkirina sala xwendinê ya 2026-2027an re, bi awayekî fermî û rêkûpêk dikeve nav pergala perwerdeyê ya dibistanên Sûrîyê. Ev pêngav wekî cîbicîkirina Mersûma Hejmar 13 a sala 2026an û rênimayên Wezareta Perwerdeyê pêk tê.
Li gorî biryarê, zimanê Kurdî wekî waneyeke bijarte û di hefteyê de du demjimêr hate pejirandin. Armanca vê pêngavê parastina mafên çandî û zimanî û xurtkirina pirrengîyê di çarçoveya nasnameya niştimanî ya Sûrîyê ya giştgir de ye.
Nasandina Fermî ya Zimanê Kurdî: Mersûma Hejmar 13 Çi Dihewîne?
Dersdayîna zimanê Kurdî xwe dispêre Mersûma Hejmar 13 a ku ji hêla Serok Ehmed El-Şeri` ve di 16ê Kanûna Duyem a 2026an de hate derxistin. Di xala yekem a mersûmê de hate destnîşankirin ku welatîyên Kurd ên Sûrîyê beşekî bingehîn û resen ê gelê Sûrîyê ne; her wiha hate dîyarkirin ku nasnameya wan a çandî û zimanî, parçeyekî jêneger ê nasnameya niştimanî ya Sûrîyê ya piralî û yekbûyî ye.
Her wiha xala sêyem a mersûmê tekez dike ku zimanê Kurdî wekî zimanekî niştimanî tê hesibandin. Li gorî vê yekê, li herêmên ku Kurd lê rêjeyeke berbiçav a niştecihan pêk tînin, di dibistanên dewletê û yên taybet de destûr hate dayîn ku Kurdî di nav bernameyên bijarte de yan jî wekî çalakîyeke çandî-perwerdehî were hînkirin.
Ji Dûrxistina bi Dehsalan ber bi Hebûna Kurdî di Dibistanên Sûrîyê de
Kurdan li Sûrîyê zêdetirî nîv sedsalê ji ber sîyasetên cudakarî û dûrxistinê êş kişandin. Ev rewş piştî serjimêrîya sala 1962an a li parêzgeha Hesekê bêtir eşkere bû; di encama wê de bi hezaran welatî ji nasnameya Sûrîyê hatin bêparkirin û qedexeyên giran li ser mafên wan ên sivîl û sîyasî hatin danîn.
Bi destpêkirina Şoreşa Sûrîyê di Adara 2011an de, Kurdên Sûrîyê ligel hemû pêkhateyên din ên civakê beşdarî şoreşê bûn. Di wê demê de, rejîma berê hewl da ku hin partîyên cudaxwaz bi kar bîne, wan bi çek bike û piştgirîya wan bike da ku fitneyê bixe nav milet û yekîtîya civaka Sûrîyê qels bike.
Piştî serkeftin û rizgarkirinê, dewletê ji bo sererastkirina vê mîratê dest bi rêçeke nû kir. Ev rêç bi rêya çespandina prensîba hemwelatîbûna wekhev û dabînkirina mafên Kurdan ên çandî û zimanî pêk hat.
Di heman demê de, xebatên tevlîkirina “Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)” di nav sazîyên dewletê de hatin meşandin. Ev yek di peymanên 10ê Adara 2025an û 29ê Kanûna Duyem a 2026an de, di çarçoveya avakirina Sûrîyeke yekbûyî ji bo hemû welatîyên wê, bi zelalî hate nîşandan.
Zimanê Kurdî dê Çawa Were Hînkirin? Waneyeke Bijarte û di Hefteyê de Du Demjimêr
Di 26ê Kanûna Duyem a borî de, Wezareta Perwerdeyê rênimayên cîbicîkirinê yên têkildarî Mersûma Hejmar 13an weşandin. Armanca van rênimayan parastina mafên çandî û xurtkirina pirrengîyê di bin sîwana yekîtîya niştimanî de ye.
Li gorî plana xwendinê, zimanê Kurdî dê di hemû polan de wekî waneyeke bijarte û di hefteyê de du demjimêr were hînkirin. Puana vê waneyê dê di koma giştî ya puanan de were hejmartin, lê bandorê li ser serketin an rûniştina (mana li polê) xwendekar nake.
Bi vî awayî derfet ji xwendekaran re tê dayîn ku fêrî zimanê Kurdî bibin bêyî ku ev wane bibe barekî zêde yê perwerdehîyê li ser milê wan.
Şeş Meh ji bo Amadekirina Rêbazên Xwendinê
Li gorî rênimayan, Navenda Niştimanî ya Geşepêdana Rêbazên Perwerdehîyê hate erkdarkirin ku rêbazên dersa Kurdî ji bo hemû qonaxên perwerdeyê di nava şeş mehan de amade bike. Armanc ew e ku karên amadekirin, pejirandin û çapkirinê berî destpêkirina sala xwendinê ya 2026-2027an kuta bibin.
Her wiha her du rêveberîyên Perwerde û Çavdêrîya Perwerdehîyê hatin erkdarkirin ku kadroyên pêwîst ji bo dersdayînê peyda bikin. Mamoste dê ji nav kadroyên fermî yan jî ji derve werin wergirtin, bi mercê ku di ezmûnên nivîskî û devkî de şarezayîya wan a zimanê Kurdî were selmandin. Piştî wê jî, dê bernameyên perwerdekirin û amadekirinê ji bo mamosteyên erkdarkirî werin sazkirin.
Ji Amadekirina Pirtûkan Heya Amadekirina Mamosteyan: Wezaret Xwe Çawa Amade Dike?
Di 5ê Adarê de, Navenda Niştimanî ya Geşepêdana Rêbazên Perwerdehîyê derîyê serlêdanê ji bo wan kesên ku dixwazin beşdarî nivîsandina pirtûkên Kurdî bibin, vekir. Şertên serlêdanê ev bûn: Xwedîbûna lîsans an dîplomaya perwerdehîyê, şarezayîya xwendin, nivîsandin û rêzimana Kurdî û xwedîbûna ezmûna di warê nivîsandina rêbazên perwerdehîyê de.
Di 17ê Tebaxa îsal de, Wezareta Perwerdeyê bi rêya Rêveberîya Geşepêdana Îdarî ragihand ku ew dê li gorî hewcedarîyê, mamosteyên ku şertên wan lê tên girtin ji bo dersdayîna zimanê Kurdî wergire.
Zimanê Kurdî dê li ku derê Were Hînkirin?
Mersûmê dîyar kir ku zimanê Kurdî dê di dibistanên dewletê û yên taybet de, li wan herêmên ku Kurd tê de wekî rêjeyeke berbiçav a niştecihan dijîn, were hînkirin.
Wezîrê Perwerdeyê Mihemed Ebdilrehman Tirko tekez kir ku Mersûma Hejmar 13 veguherîneke dîrokî û girîng e di warê reftara bi doza Kurdî re li Sûrîyê. Wî destnîşan kir ku ev biryar prensîba hemwelatîbûna li ser bingeha maf û erkan di avakirina Sûrîya nû de bi hêz dike.
Zimanê Kurdî: Ji Mal û Bîrewerîyê ber bi Dibistanê ve
Lêkolînerê Karûbarên Kurdî Mihemed El-Silêman, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku fêrbûna zimanê dayikê mafekî bingehîn ê her pêkhateyekê ye. Ev maf dihêle ku zarokên wê pêkhateyê fêrî xwendin, nivîsandin û rêzimana zimanê xwe bibin, wêjeya xwe nas bikin û bi zimanê xwe berhemên nû biafirînin.
Rêbaz û Kadro: Astengîyên li ber Cîbicîkirinê
Derbarê zehmetîyên hînkirina zimanê Kurdî de, El-Silêman destnîşan kir ku amadekirina rêbazên yekgirtî û kêmbûna kadroyên pispor astengîyên sereke ne. Wî pêşnîyar kir ku hînkirin gav bi gav ji polên seretayî dest pê bike û piştre were berfirehkirin, her wiha perwerdekirina mamosteyên pispor wekî xaleke girîng dît.
El-Silêman anî ziman ku wanedayîna Kurdî nasnameya çandî, zimanî û hesta girêdayîbûna niştimanî xurt dike. Wî dîyar kir ku fêrbûna zimanekî din di temenê piçûk de fêrbûna zimanan hêsan dike û ev pirrengîya çandî dibe dewlemendîyek ji bo nasnameya niştimanî ya Sûrîyê ya giştgir.