Şam – SANA
Îro Duşemê, Encumena Gel rûniştina sêyemîn a gera awarte ya yekem ji dewra yasadanînê ya yekem ji nû ve da destpêkirin, da ku guhdarîyê li Wezîrê Perwerde û Hînkirinê Mihemed Ebdilrehman Tirko bike.
Di rûniştinê de, wezîr rewşa pêvajoya hînkirinê û girîngtirîn plansazîyên wezaretê yên ji bo dabînkirina pêdivîyên zêdebûyî yên xwendekaran û pêşxistina pergala perwerdeyê pêşkêş kir.
Wezîr Tirko piştrast kir ku tê pêşbînîkirin hejmara xwendekarên dibistanên Sûrîyê di sala xwendinê ya îsal de bigihîje derdora 6 milyon xwendekaran; li hember 5.3 milyonên sala borî û 4.3 milyonên sala 2024an.
Her wiha da zanîn ku wezaret li gorî plansazîyeke hawarçûnê kar dike da ku mafê xwendinê ji bo her zarokekî Sûrî misoger bike, ligel plansazîyeke stratejîk ji bo pêşxistina pergala perwerdeyê û avakirina pergaleke xurttir û dadperwertir.
Navborî her wiha da xuyakirin ku sedema sereke ya zêdebûna hejmara xwendekaran vedigere bo vegera penaber, koçber û kesên ji xwendinê qutbûyî bo dibistanan, ligel zêdebûna rêjeya jidayikbûnê.
Tirko destnîşan kir ku hejmara kesên ji xwendinê qutbûyî bi nêzîkî du milyon xwendekaran tê texmînkirin, û wezaret bi hevkarîya Wezareta Karûbarên Civakî û tîma hikûmetê kar dike da ku sedemên vê yekê yên aborî û civakî çareser bike.