Şam-SANA
Serokê Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl, Umer El-Huserî, ragihand ku di meha Hezîrana borî de 15 hezar û 620 balafir di ezmanê Sûrîyê re derbas bûne, ku ev yek li gorî meha Gulanê zêdebûnekê bi rêjeya %32.4 nîşan dide.
El-Huserî eşkere kir ku ev zêdebûn, bilindbûna bawerîya kompanyên balafirvanîyê bi ezmanê Sûrîyê nîşan dide; ji ber pabendbûna wê bi pîvanên ewlehî, kalîteyî, guncavbûna aborî û karîgerîya xizmetên çûnûhatina ezmanî ya xwecihî.
Wî her weha tekez kir ku Desteya Giştî dê di pêşxistina xizmetên xwe de li gorî pîvanên navdewletî ên herî bilind berdewam be, da ku pêgeha Sûrîyê wekî rêyeke ezmanî ya herêmî ya girîng xurt bike, û karîgerîya veguhestina ezmanî û têkilîyên aborî bi cih bîne.