Siwêda – SANA
Li parêzgeha Siwêdayê, bi amadebûna nûnerên Wezareta Geşepêdana Îdarî, Navenda Xizmetguzarîya Karûbarên Karmendîtîyê “Dosyayên Karmendên Dewletê” hat vekirin, bi armanca sivikkirina barê li ser milê welatîyan.
Parêzgeha Siwêdayê îro Pêncşemê li ser kenala xwe ya Telegramê, dîyar kir ku ev navend gaveke girîng di warê xizmetguzarîyên îdarî de ye. Ji ber ku karmendên serdana navendê bikin dê karê xwe bi serî bikin bêyî ku biwestin an dema wan zêde biçe.
Hêjayî gotinê ye ku parêzgarê Siwêdayê Mistefa El-Bekûr, di 14ê vê mehê de ligel serokê Desteya Plansazî û Serjimêrîyê, pêngavên avakirina şîyanên karmendan di rêveberîyên herêmî de û xurtkirina xizmetguzarîyan gotûbêj kiribûn.