Dêrezor-SANA
Sazîya Giştî ya Veguhastina Rêwîyan li Dêrezorê, duh Pêncşemê, dest bi xebitandina hêleke nû ya veguhastina navxweyî kir da ku li bajêr xizmeta taxa El-Umal bike.
Hêl ji Fakulteya Zanistan dest pê dike, di ber Mizgefta El-Sefa, Berîda Sêyem, Sazîya Sebzeyan, Nivîsgehên Otomobîlan û Benzînxaneya El-Sefa re derbas dibe û vedigere (çûn û hatin); bi rêya 15 otobusên ku ji saet şeşê sibehê heta duwazdehê şevê dixebitin, bi armanca baştirkirina xizmetguzarîyan û kêmkirina barê darayî û çûnehatinê ji ser milê welatîyan, bi taybetî karmend û xwendekar.
Rêveberê sazîyê, Ebdilrezaq El-ʼEsaf, dîyar kir ku xebitandina vê hêlê li bajêr di çarçoveya plana pêşxistin û berfirehkirina torên veguhastina navxweyî de tê, û tekez kir ku ew li ser çalakkirina hêlên nû di rojên bê de dixebitin, mîna hêla Kolana El-Wadî û ya Parêzgeh-Dadgehê ji bo xizmeta rûberin berfirehtir bikin.
El-ʼEsaf bal kişand ser wê yekê ku xerabbûneke mezin di tora rêyan de li Dêrezorê çêbûye û pêdivîya wê bi nûjenkirineke berfireh heye, her wiha da zanîn ku hevrêzî ligel alîyên pêwendîdar li parêzgehê heye ji bo baştirkirina rewşa rêyan li gorî derfetên berdest.
Ji alîyê xwe ve, hejmarek ji şênîyên taxê giringîya hêla nû di çareserkirina pirsgirêka veguhastinê û hêsankirina liv û tevgera vegerê de bilind nirxandin, û daxwaza girîngîpêdana bi binesazîya hêlê ji alîyê qîrkirin, ronîkirin û birrîna çiqilên zêde yên daran ve kirin.
Parêzgeh û Rêveberîya Xizmetên Teknîkî bi hevrêzîya ligel Rêveberîya Veguhastinê, li ser baştirkirina rêyan li taxên ku ev hêla nû xizmeta wan dike dixebitin, di çarçoveya plana Wezareta Veguhastinê de ji bo pêşxistina toran li tevahîya parêzgehan.