Şam-SANA
Li Zanîngeha Şamê,komxebateke navdewletî di bin navê “Arşîva Sûrîyê di navbera Berêû Pêşerojê de” bi beşdarîya lêkolîner û akademîsyenên Sûrî û hejmarek ji welatên erebî û bîyanî hat lidarxistin. Di komxebatê de qeyrana arşîvê li Sûrîyê di dema nebûna sazîyeke niştimanî û yasayeke ku rêvebirina arşîvê û parastina belgeyan birêkûpêk bike, hat gotûbêjkirin.
Komxebatê giranî dagirîngîya avakirina desteyeke giştî ji bo arşîva niştimanî, parastina arşîvên dîrokî, komkirina belgeyên dewletê yên ku di warê îdarî de nayên bikaranîn, û sûdwergirtina ji ezmûnên navdewletî.
Wezîrê Xwendina Bilind û yê Çandê, tekez kirin ku parastina arşîvê ji bo parastina bîrdanka niştimanî û jinûveavakirina zanînê pêdivîyeke zanistî ye. Serokê Zanîngeha Şamê jî bal kişand ser terxankirina muzexaneyeke taybet ji bo belgekirina dîroka zanîngehê.
Beşdaran dîyar kir ku “arşîva belavbûyî” kêşeya herî mezin e, û daxwaza avakirina navendeke niştimanî û derxistina qanûneke taybet ji bo karê arşîvê li Sûrîyê birêkûpêk bikekirin.










