Șam-SANA
Di nava 24 demjimêrên borî de li Sûrîyê ji ber bûyerên trafîkê û şewatên ku tîmên Parastina Sivîl a Sûrîyê ya ser bi Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan ve bersiva wan da, 2 kes mirin û 17 kes birîndar bûn.
Parastina Sivîl îro Pênşemê li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand ku tîmên wê bersiva 14 bûyerên trafîkê daye; di encamê de du welatî mirin û 10 kes jî birîndar bûn. Her wiha dîyar kir ku tîmên wê alîkarîyên seretayî ji birîndran re pêşkêş kirin, piştre ji bo dermankirinê ew veguhastin nexweşxaneyan, şopên bûyeran rakirin û cihên wan ewle kirin.
Her wiha tîmên Parastina Sivîl bersiva 93 bûyerên șewatan da; șewat li deverên cuda cuda wekî zevî, berhemên çandinîyê, mal, dikan, gîya, dar, sergo, û têlên elektirîkê, derketibûn ku di encamê de 7 kes birîndar bûn. Lê tîman agir vemirandin û cihê wan sar kirin.
Parastina Sivîl ji welatîyan xwest ku agir li herêmên daristanî pênexin, binikên cigareyan li kêleka rêyan neavêjin, her wiha dûrî şewitandina gîyayên hişk ên li dora xanîyan bikevin û bi awayên ewle wan rakin.






