Şam-SANA
Wezareta Hundirîn ragihand ku hejmara giştî ya daxwazên ku bi rêya sepana “Sewtek Wesel” (dengê te gihîşt) ji roja destpêkirina wê ve gihîştine, bûye 22 hezar û 583 daxwaz. Her wiha hejmara gilî û gazindên giştî yên ku hatine şopandin û çareserkirin gihîştiye 13 hezar û 799an, di heman demê de 3 hezar û 977 daxwaz piştî kontrolkirina teknîkî bi temamî hatine encamdan.
Wezaretê îro Sêşemê li ser kanala xwe ya Telegramê bal kişand ser wê yekê ku di meha Sibatê de li gorî mehên borî, di reftarkirina bi vê sepanê re zêdebûneke darîçav heye. Ev yek rola sepanê di xurtkirina peywendîya bi welatîyan re û baştirkirina bersivdayîna daxwazên wan raber dike.
Wezareta Hundirîn di meha Kanûna Yekem a borî de sepana “Sewtek Wesel” da destpêkirin da ku welatî bi lez bigihêjin xizmetguzarîyên fermî.